• DOLAR 32.585
  • EURO 35.338
  • ALTIN 2470.151
  • ...
Derheqê şewata li Dîyarbekir û Mêrdînê de tehqîqat hat destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç derheqê şewata ku çend gundan da berxwe û bû sedema mirina însanan de daxuyanî da, wî diyar kir ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Çinarê ve tehqîqata edlî hatîye destpêkirin.

Tunç, di îfada xwe de weha got: “Derheqê şewata ku di navbera navçeyên Çinar û Şemxanê de derket de ji teref Serdozgerîya Komarîya Çinarê ve tehqîqat hatîye destpêkirin. Ez ji welatîyên me yên ku di şewatê de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Ji hemû welatîyên me yên ku ji şewatê tesîrdar bûne re jî daxwazîyên xwe yên derbasbûyînê dişînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir