• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Şerîaya Rojavayê zarokek ji teref îşxalkeran ve hat qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çapemenîya Fîlîstînê, diyar kir ku hêzên îşxalkeran li herêma “Sufîn” a bajara Kalkîlyayê êrîşan li dar xist.

Hat îfadekirin ku di dema êrîşa îşxalkeran de pevçûn jî çêbû.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand di encama êrîşa îşxalkeran de Naîm Abdullah Naim Samha ku 15 salî ye ji singa xwe birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewleta Kalkîlyayê canê xwe ji dest da û şehîd bû.

Hêzên îşxalker ev bû 9 meh e bi tevî êrîşên xwe yên li Xezzeyê li Şerîaya Rojava û Qudsê jî êrîşên xwe dijwartir kirîye, li Şerîaya Rojava û Qudsê cînayetan dike, xanîyan û binesazîya bajarê xera dike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê bi tevî şehîdbûna Samha li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derketîye 135 jê zarok 550 kesan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir