• DOLAR 32.704
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2450.63
  • ...
SON DAKİKA
Li Meksîkayê 155 kes ji ber germahîyê mirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li welat ji ber hewaya germ hejmarê mirîyan zêde dibe û ava ku di nav berajan de ye jî kêm dibe.

Germahîya li wîlayetên Veracruz, Tabasco, Tamaulipas, Nuevo Leon û San Luis Potosiyê 45 derceyê derbas kirîye.

Li giştîyê welat ji serê salê vir ve 155 kes ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Sekretertîya Tenduristîyê ve hatîye belavkirin, tenê di navbera 13-18ê Hezîranê de 30 kes ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dane.

Di çapemenîyê de jî hat îfadekirin ku 2 hezar û 567 tavê li wan xistîye û ji germê tesîrdar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir