• DOLAR 32.857
  • EURO 35.319
  • ALTIN 2455.05
  • ...
Li Hîndîstanê 37 kes ji ber alkolê mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, li eyaleta Tamîl Nadu ya li başûrê Hindistanê ji ber vexwarina alkolê herî kêm 37 kes mirin û nêzî 100 kes jî hat rakirin nexweşxaneyê.

Mirin ji bajarokê Kallakurîchî ku 244 km li başûrê rojavayê paytexta Tamîl Nadu Chennaî ye hat ragihandin.

NDTV, kanalek televîzyonê ya nûçeyan a New Delhi, ragihand û got, "Rayedaran piştrast kir ku bi tevahî ji ber vexwarina alkolê 37 kes mirin."

Li gorî rayedaran, tê payîn ji ber ku rewşa gelek kesên rakirin nexweşxaneyê girantir dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Weşana dewletê All India Radio (AIR) got ku zêdetirî 100 kes li nexweşxaneyên cûda têne derman kirin.

Polîsan der barê firotina alkola qaçax de 3 kes binçav kirin.

Rayedaran got ku piraniya qurbaniyan şeva Sêşemê alkola neqanûnî vexwaribûn û ew roja Çarşemê dest pê kir piştî ku xelk gazindên dîtina nezelal, êşa zikê giran, gêjbûn û vereşînê kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir