• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Ji Îranê ji Kanadayê re berteka "Muhafizên Şoreşê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, kiryara neaqilane ya Kanadayê berovajî pîvan û prensîbên pejirandî yên hiqûqa navneteweyî ye û wek mînaka êrîşkirina ser serweriya neteweyî ya Îranê nirxand.

Kenanî got: "Ev kiryara bêberpirsiyarî û provokatîf a hikûmeta Kanadayê berdewamiya wê rêça şaş e ku ev deh salên borî di bin bandora binpêkerên rastîn ên mafên mirovan û damezrînerên sereke yên terorê de şopandiye."

Kenanî gotinên xwe wisa domand: “Muhafizên Şoreşê ji nava gelê Îranê derketiye, xwedî nasnameyeke fermî û yasayî ya ku ji destûra Komara Îslamî ya Îranê hatiye wergirtin û li gel pêkhateyên din ên hêzên çekdar ji parastina ewlehiya neteweyî ya welat berpirsyar in. Sînoran û şerê li dijî terorê, dibe alîkar ji bo ewlekarî û aramiya herdemî li navçeyê."

Çalakiya hovane ya dewleta Kanadayê li dijî Artêşa Muhafizên Şoreşê ti bandorek li ser hêza rewa û rêgirtinê ya vê hêzê nake. Komara Îslamî ya Îranê mafê xwe diparêze ku li hember vê kiryara li dijî hêzên navneteweyî bersiveke guncav û berovajî bide.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir