• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
23 welatiyên Tirkiyeyê li axa pîroz wefat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin 30 welatiyên Tirkiyeyê yên ji bo bicihanîna wecîbeya Hecê çûn axên Pîroz canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku piraniya mirîyan ji ber krîza dil, nexweşiyên dil û damar, enfeksiyon û nexweşiyên girêdayî kalbûnê pêk hatine.

Di çarçoveya xizmeta tenduristiyê ya Serokatiya Karên Diyanetê ya li axên pîroz da îsal zêdeyî 56 hezar muayene hatin kirin.

Nexweşxaneya Diyanet Mekke ku zêdetirî 500 personelên tenduristiyê lê nobetê digirin, di 20 şaxên xwe de polîklînîk, servîsa lezgîn, navenda wênegiriyê, navenda diranan û polîklînîka zarokan heye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir