Li Îranê ji bo girtîyan efûya “Cejnê” hat dayîn
Li Îranê ji 2 hezar û 654 girtiyan re ji bona “Eyda Qurbanê û Xadir-î Hum”ê biryara efûya an jî kêmkirina cezayan hat dayîn.
![Li Îranê ji bo girtîyan efûya “Cejnê” hat dayîn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/9qA0RfrVHNa10wzd6r8FRmhzbU0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/25/li-irane-ji-bo-girtiyan-efuya-cejne-hat-dayin-e162442d.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Seyîd Elî Xamineyî ve hat belavkirin, rêziknameya der barê 2 hezar û 654 girtiyan de bi pêşniyara Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulamhusên Muhsîn Eceyî hat qebûlkirin.
Li gorî biryarê ku ji bo girtiyên ku ji aliyê dadgehên Şoreş û Giştî û Saziyên Dadwerî yên Hêzên Çekdar ve hatine cezakirin, dê cezayê 29 mehkûmên îdamê bên guherandin û 1038 girtî jî bêne berdan.
Hate diyarkirin ku ji kesên di çarçoveya efûyê de ne 182 jê jin, 53 ji ber sûcên ewlekariyê û 30 jî girtiyên biyanî ne.
Li ser daxwaza Dezgeha Dadweriya Îranê, ayetullah Xamaneî her sal di rojên cejnên dînî û neteweyî û rojên muhîm de efûyê dide girtiyan. (ÎLKHA)