• DOLAR 32.937
  • EURO 35.242
  • ALTIN 2442.729
  • ...
Di roja duyemîn a betlaneya eydê de 1578 qeza pêk hat: 16 mirî, 2 hezar û 716 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya  medyaya civakî derheqê bîlançoya du rojên betlaneya eydê de agahîyan da, wî destnîşan kir ku di nav 24 seatên dawîn de 726 qezaya trafîkê pêk hatin, di van qezayan de 11 kesan canê xwe ji dest dan, 1295 kes jî birîndar bûn.

Yerlîkaya, di heman demê de îfade kir ku 289 hezar û 700 wesayît hatine kontrolkirin, ji 18 hezar û 889 wesayîtan re kontrolên lezgîn û radarê hatine kirin, xeyn ji vana ji 17 hezar û 227 wesayîtan re jî muameleyên dinê hatine kirin.

Yerlîkaya weha got, “Bi hezaran welatiyên me li ser rê bûn ku bi malbat, hezkir û dê û bavên xwe re bigihin hev, hê jî welatiyên me li ser rê ne. Ez dixwazim careke din detayek girîng ku divê em tu carî ji bîr nekin bi bîr bînim: Kembera ewlehiyê. Ji kerema xwe, em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê di wesayit û seferên xwe yên otobusê de girêbidin. Werin em kemberên xwe girêdin da ku dawiya rê bibe cejn.”  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir