Li Emrîqayê li parka avê bi çekan êrîş hat kirin: 9 birîndar
Di êrîşa çekdarî ya li parka avê ya li Detroita wîlayeta Michigan a Emrîqayê da 2 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
![Li Emrîqayê li parka avê bi çekan êrîş hat kirin: 9 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/lA9FzoADXO-t46sEGPV8EjcpgM0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/24/li-emriqaye-li-parka-ave-bi-cekan-eris-hat-kirin-9-birindar-fb5f00e1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Polîsê Detroitê ragihand ku êrîşkarekî çekdar ketiye parka avê ya li bajêr û girseya ku di nav de zarok jî hebûn gulebaran kiriye.
Şerîfê wîlayetê Oakland Michael Bouchard got ku çekdar ji otomobîla xwe peya bû, rasterast çû qiraxa hewzê û gelek caran gule li mirovan reşandin.
Bouchard, diyar kir ku di êrîşa çekdarî de 2 jê zarok 9 kes birîndar bûne û diyar kir ku zarokê 8 salî gule li serê wî ketiye û rewşa wî giran e.
Bouchard diyar kir ku dibe hejmara birîndaran zêde bibe û da zanîn ku êrîşkar întîhar kiriye.
Polîsan ragihand ku êrîşdar zilamekî 42 salî ye. (ÎLKHA)