• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
Wecîbeya hecê temam bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mislimanên ku ji bo hecê li axên pîroz bûn, rojekî berê derketin Erefatê.

Hecî bi otobusan sewqî herêma Erefatê ya 25 kîlometre dûrî Mekkeyê ye bûn û şeva xwe li herêmê derbas kirin.

Piştî duaya weqfeyê ya li Erefatê hecî çûn herêma Muzdelîfeyê û li Muzdelîfeyê nimêja êvarê û îşayê cem’ kirin.

Piştî weqfeya Muzdelîfeyê, hecîyan ji bo kevirkirina şeytan berê xwe dan herêma Cemeratê û 7 kevir avêtin "Cemra Eqabe" ku wek şeytanê mezin tê binavkirin.

Hecî piştî kevirkirina şeytan çûne Mescîda Heramê û wezîfeya teqafa zîyaretê û sayê kirin pêk anîtin, herî dawîn jî porê xwe jêçkirin û îhramê derketin.

Bi vî awayî wecîbeya Hecê temam bû.

Hin ji heciyan nimêja sibê û eydê li Kabeyê kirin.

Di rojên duyemîn û sêyem ên cejnê de hecî wê li heman herêmê her yekî 7 keviran bavêjin şeytanên “biçûk, navîn û mezin”.

Di nav heciyên ku berê neçûne de ew ê herin Medîneyê û li wir îbadet û ziyaretên xwe bidomînin. Heciyên ku dê ji Mekkeyê derkevin ew ê bi tewafa xatirxwestinê xatir ji Kabeyê bixwazin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir