• DOLAR 32.983
  • EURO 35.401
  • ALTIN 2462.35
  • ...
Wesayît li bariyeran qelibî: Dayik û 2 zarok mirin, bav û kur bi giranî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li ser Rêbeja Peravê Behra Reş a navçeya Îyidere pêk hat.

Wesayîta ku di bin îdareya Û.B. de bû û ji Rîzeyê diçû Trabzonê ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksyonê winda kir li barîyeran qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên  tenduristiyê, polês û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.

Kesên birîndar ji aliyê ekîban ve ji wesayîtê hatin derxistin û bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan.

Hat destnîşankirin ku ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê dayik û 2 zarokên xwe canê xwe ji dest dan, bav û kur jî bi giranî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir