• DOLAR 32.938
  • EURO 35.393
  • ALTIN 2457.715
  • ...
Bi deh hezaran Filistînî li Mescîda Eqsayê nimêja eydê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nimêja eydê bi coşeke mezin li Mescîda Eqsayê ya li Bajarê Kevin a Qudsa Rojhilat hat edakirin.

Tevî hemû astengiyên rejîma îşxalker a siyonîst û hêzên bi navê polîs, nêzî 40 hezar Misliman ji bo nimêja eydê sef girtin.

Di xutbeya eydê ya ku ji teref Melayê Mescîda Eqsayê Şêx Yûsif Ebû Suneyne ve hat xwendin de bal kişand ser komkujî û qirkirina ku rejîma îşxalker li Xezzeyê dike û destnîşan kir ku alema Îslamê gelê Xezze û Filistînê bi tenê hişt û îfade kir ku ev şermeke mezin e.

Şêx Ebû Suneyne bal kişand ser girtiyên Filistînî yên di zindanên îşxalê de ne û destnîşan kir ku micadeleya gelê Filistînê ew ê bidome û dê îşxall bi dawî bibe.

Ji aliyê din ve Berdevkê Çapemeniyê yê Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê Fîras Dibs di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku tenê 40 hezar misilman dikarin li Harem-î Şerîf nimêja eydê bikin.

Dibs diyar kir ku ji ber zextên polîsên îşxalker ev hejmar bi rêjeyek nedîtî daketiye, bi hezaran Filistînî ji deriyên Mescida Eqsayê paşde hatine vegerandin û jin, zarok û extiyar û mêr jî li ber xwe didin. lêdan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir