Di roja ewil a cejnê de 852 qeza çêbûn
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya got, "Di van qezayan de 5 kesan canê xwe ji dest dan û hezar û 421 kes jî birîndar bûn."
![Di roja ewil a cejnê de 852 qeza çêbûn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/CzMnovbH25TRPqkDJLxG9p96OLo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/24/di-roja-ewil-a-cejne-de-852-qeza-cebun-7d4a3cc2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê kontrol û qezayên ku di 1emîn roja betlaneya 9 rojan de hatin kirin de agahî da, diyar kir ku di nava 24 saetan de 852 qezayên trafîkê çêbûne û di van qezayan de 5 kes mirine û hezar û 421 welatî birîndar bûne.
Her wiha Yerlîkaya diyar kir ku di dema kontrolkirina 407 hezar û 731 wesayitan de, li 24 hezar û 357 wesayitan prosedurên lez û radarê, li 42 hezar û 720 wesayîtan jî tedbîrên din hatine kirin.
Wezîr Yerlîkaya weha got: “Bi hezaran welatiyên me li ser rê bûn ku bi malbat, hezkir û dê û bavên xwe re bigihin hev, hê jî welatiyên me li ser rê ne. Ez dixwazim careke din detayek girîng ku divê em tu carî ji bîr nekin bi bîr bînim: Kembera ewlehiyê. Ji kerema xwe, em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê di wesayit û seferên xwe yên otobusê de girêbidin. Werin em kemberên xwe girêdin da ku dawiya rê bibe cejn.” (ÎLKHA)