• DOLAR 32.628
  • EURO 35.016
  • ALTIN 2431.905
  • ...
Heciyan şeva xwe li Erefatê derbas kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heciyên ku ji bo bicihanîna wecîbeya hecê gihîştin Wîladeta Pîroz, çûn Erefatê.

Zêdeyî 2 milyon heciyên ku bi otobusan sewqî herêma Erefatê ya 25 kîlometre dûrî Mekkeyê bûn, şeva xwe li herêmê derbas kirin.

Li Erefatê piştî nimêja ewqafê heciyên ku dê herin herêma Muzdelîfeyê dê bi hev ra li Muzdelîfeyê nimêja êvarê û îşayê bikin. Piştî weqfeya Muzdelîfeyê ji bo kevirkirina şeytan derbasî herêma Cemaratê bibin.

Piştî kevirkirina şeytan, ew ê biçe Mescîda Heramê, tewafa zîyaretê bike û wezîfeya xwe ya sayê bikarbîne dûre xwe traş bike û ji îhramê derkeve.

Bi vî awayî wê wecîbeya Hecê temam bibe.

Di rojên duyemîn û sêyem ên cejnê de hecî wê li heman herêmê her yekî 7 keviran bavêjin şeytanên “biçûk, orte û mezin”

Di nav heciyên ku berê neçûne de dê herin Medîneyê û li wir îbadet û ziyaretên xwe bidomînin. Heciyên ku dê ji Mekkeyê derkevin dê bi tewafa xatirxwestinê xatir ji Kabeyê bixwazin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir