• DOLAR 32.65
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2424.469
  • ...
Li Denîzlîyê şewat di daristanê de derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ji teref Walîtiya Denizliyê ve hat belavkirin de hat gotin ku, “Îro danê nîvro, di encama birûskê de li taxên Mollaahmet, Yenîkoy û Kellecî yên navçeya Babadaxê, taxa Nikfer a Tawasê, taxa Koprûbaşi ya navçeya Kaleyê, Taxa Cankurtaran a navçeya Pamukkaleyê, şewat li qada daristanê ket. Li  navçeya Akkentê ya Çalê, li taxên Kelekçî ya Acîpayam, Kocadere ya Honazê û Kinikliya Pamukkaleyê şewata daristanê derket. Şewata daristanê ya li Taxa Pamukkale-Cankurtaran hat kontrolkirin û xebatên sarkirinê dewam dikin. Ji bo ku di zûtirîn dem de agir bixin bin kontrolê, mucadeleya me ji hewa û erdê bi hemû yekîneyên me re berdewam dike." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir