• DOLAR 32.944
  • EURO 35.329
  • ALTIN 2458.092
  • ...
Tevgera Ensarullah li 3 keştiyên Emrîqa û Îngilîstanê yên îşxalker xistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tevgera Ensarullaha Yemenê ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve li hemberî êrişên hovane yên rejîma dagirker a Siyonîst, hemî gemiyên ku ber bi Rejîma terorîstî ve diçin, dike armanc.

Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yehya Serî diyar kir ku li Behra Sor û Ummanê li dijî 3 keştiyên Emrîqa û Îngilistanê yên ku piştgiriyê didin êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst operasyoneke leşkerî hat lidarxistin.

Berdevkê Serî da zanîn ku wan di 24 saetên dawî de li Behra Sor û Behra Ummanê 3 keştî bi fuzeyên balîstîk û pêgerên hewayî yên bêmirov xistine.

Serî diyar kir ku Hûsiyan li Behra Ummanê bi fuzeya balîstîk li keştiya Verbena xistin û keştî şewitî. Serî bal kişand ku keştiyên SeaGuardian û Athena yên li Behra Sor jî rasterast ji aliyê fuzeyên balîstîk û balafirên bêmirov ve hatin derbkirin, Serî der barê rêxistinên keştiyan de agahî neda.

Serî tekez kir ku heta êrîşên rejima terorîst ên li dijî Filistînê dewam bikin ewê wek Operasyona Ensarullahê operasyonên xwe bidomînin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir