Bernameya îdaneya HUDA PARê diyar bû
Di navbera partîyan de bernameyên çûndina îdana hev bûye wek kevneşopîyê, di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku ew ê HUDA PARê jî 8 partîyan zîyaret bike.
![Bernameya îdaneya HUDA PARê diyar bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/AGLTtPtM_CChc-DBTcr6BZriqGA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/24/bernameya-idaneya-huda-pare-diyar-bu-ea6909e0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
HUDA PAR; wê bi AK Partî, Partîya Devayê, Partîya Refaha Ji Nû Ve, Partîya Seadetê, Partîya, Partîya Rêya Netewe, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK PARê re îdanê bike.
Li gorî daxuyanîya HUDA PARê bernameya pîrozkirina îdanê wê ewakî be:
“Di 17ê Hezîrana roja Duşemê ku dudoyê Îda Qurbanê ye de, serê ewil ew ê bi lijneya AK Partîyê re hevdîtinek bê kirin.
Wek HUDA PARê piştî zîyareta ji AK Partîyê re ew ê li gorî rêzê bi Partîya Devayê, Partîya Refaha Ji Nû Ve, Partîya Seadetê, Partîya Rêya Netewe, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK PARê re hevdîtin bê kirin.”
Lijneya ku werin HUDA PARê zîyaret bikin wê ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Eşîn, Endamê Sazîya Îdareya Giştî Hasan Bozdaş û Hamdullah Erê Serokê Şaxa Ciwanan yê Navenda Giştî ve werin pêşwazîkirin.
Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, Alikarê Sekretera Giştî Ahmet Karaaslan û Endamê Sazîya Rêveberîya Giştî Îbrahîm Sevîglî jî di heman demê de navendên partîyên ku werin îdana HUDA PARê zîyaret bikin. (ÎLKHA)