• DOLAR 32.531
  • EURO 34.991
  • ALTIN 2434.58
  • ...
Bernameya îdaneya HUDA PARê diyar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR; wê bi AK Partî, Partîya Devayê, Partîya Refaha Ji Nû Ve, Partîya Seadetê, Partîya, Partîya Rêya Netewe, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK PARê re îdanê bike.

Li gorî daxuyanîya HUDA PARê bernameya pîrozkirina îdanê wê ewakî be:

“Di 17ê Hezîrana roja Duşemê ku dudoyê Îda Qurbanê ye de, serê ewil ew ê bi lijneya AK Partîyê re hevdîtinek bê kirin.

Wek HUDA PARê piştî zîyareta ji AK Partîyê re ew ê li gorî rêzê bi Partîya Devayê,  Partîya Refaha Ji Nû Ve, Partîya Seadetê, Partîya Rêya Netewe, Partîya Çep a Demokratîk, Partîya Gelecekê û HAK PARê re hevdîtin bê kirin.”

Lijneya ku werin HUDA PARê zîyaret bikin wê ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Eşîn, Endamê Sazîya Îdareya Giştî Hasan Bozdaş û Hamdullah Erê Serokê Şaxa Ciwanan yê Navenda Giştî ve werin pêşwazîkirin.

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, Alikarê Sekretera Giştî Ahmet Karaaslan û Endamê Sazîya Rêveberîya Giştî Îbrahîm Sevîglî jî di heman demê de navendên partîyên ku werin îdana HUDA PARê zîyaret bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir