• DOLAR 32.63
  • EURO 35.033
  • ALTIN 2430.637
  • ...
Rejîma îşxalker a siyonîst li Şerîeya Rojava 12 Filistînî binçav kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Girtiyên Filistînî û Heyeta Girtî û Azadkirî ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê der barê êrîşên rejîma îşxalker ên li ser bajarên Nablus, Salfît, Kalkîlya, Cenîn û El Xelîlê yên Şerîeya Rojava de daxuyaniyek da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di van serdegirtinan de kesên ku berê hatibûn berdan jî di nav de 12 Filistînî hatin binçavkirin.

Rejîma îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha li Şerîeya Rojava 9 hezar û 185 kes binçav kirine.

Rejîma îşxalker a siyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve 534 Filistînî li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat qetil kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir