• DOLAR 32.714
  • EURO 35.326
  • ALTIN 2448.086
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Bi hezaran welatîyên me li axên Pîroz mexdûrîyetê dibînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî weşanek parve kir, wî bal li ser mexdûrîyeta ku namzedên hecîyan li axên bimbarek dikşînin kişand.

Demîr di weşana xwe de weha got, “Bi hezaran welatî ji ber ku vîzeya hecê nestandine û di cîhê wî de vîzeya seyehatê girtine mexdûrîyetên mezin dikşînin. Rayedarên Siûdî misaede nadin ku bila welatîyên me hecên xwe bikin.

Em di warê Wezareta Karên Derve û Serokatîya Karên Dîyanetê de ev bû du roj e teşebûsan dikin.

Êdî hatîye hêvîkirineke civakî ku bila di serî de Birêz Serokkomarê me û Wezareta Karên me yên Derve bi meqamên Siûdî re bikevin nav têkilîyê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir