Tevgera Ensarullahê, keştîyeke mezin ya ku diçû rejîma îşxalker bombe kir
Tevgera Ensarullahê, keştîyeke mezin ku qedexebûna çûndina ji benderên erjîma îşxalker re îxlal kirîye hedef girt. Hat destnîşankirin ku keştî di encama operasyonê de zerareke ciddî girtîye.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yehya Serî, derheqê operasyona ku hatîye lidarxistin de daxuyanî da, wî destnîşan kir ku ew di Behra Sor de keştîyeke bi navê Tutorê ku aîdê rejîma teroran e hedef girtine.
Hat îfadekirin ku keştî bi balafirên bêînsan yê hewayê û fuzeyên balîstîkî ve hatîye hedefgirtin, di encama operasyonê de keştî zerareke mezin girtîye û dibe ku bin av bibe.
Serî, îfade kir keştî ji ber ku qedexeyê îxlal kirîye hatîye hedefgirtin. (ÎLKHA)