• DOLAR 32.867
  • EURO 35.154
  • ALTIN 2432.333
  • ...
Şewata ku di Îdareya Serbixwe ya Raperînê de derketîye ev bû 3 roj de didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çend roj berê li gundên Newa, Belînge, Xelfe, Serdol, Çiwe û Memîyawaya navçeya Betwatayê şewat derket. Digel midexeleya ekîbên îtfaîyeyê ev bû 3 roj e şewat nayê vemirandin.

Berdevkê Midurtîya Îtfaîye û Parastina Sîvîl Yuzbaşî Elî Qadîr, got ku mêr û jineke îxtîyar hatine xelaskirin û hînek beşên şewatê hatine tefandin.

Hat destnîşankirin ku şewat ji ber baya ku ev bû çend roj e li herêmê tesîrdar e nayê tefandin.

Elî Qadîr îfade kir ku şewat ji gundên derdorê re jî belav bûye, ji bona ku canê welatîyan bikin nav ewlehîyê hinek gundan vala kirine.

Yuzbaşî diyar kir ku ekîbên îtfaîyeyê li herêmên çîya zehmetîyê dikşînin ji bon ku şewatê bitefînin û weha got, “Ji bona ku em bikevin hinek herêmên lazimatî ji helîkopteran re heye, mixabin di destê me de amûrên ku hewce ne û bi kêrê me werin tinene.”

Li gorî daxuyanîyên ku ji Yuzbaşî Elî Qadîr hatina bidestxistin, ekîbên Parastina Sîvîl a Raperînê dixebitin ku şewatê bikin bin kontrola xwe, heywan û mozên gundîyan jî ji bona ku zerarê nebînin hatine tehlîyekirin.

Ekîbên îtfaîyeyê ji bona ku şewatê bitefînin xebateke mezin nîşan didin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir