• DOLAR 32.634
  • EURO 35.108
  • ALTIN 2442.91
  • ...
Li Cenînê 2 ciwanên Filistînî ji aliyê îşxalkeran  ve hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku li navçeya Kefer Danê di encama guleyên îşxalkeran de 2 ciwan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî ragihandin beriya ku hêzên îşxalker hêzên leşkerî bişînin gund, hêzeke taybet a artêşa îşxalker bi ser gund de girt û maleke malbata Abed dorpêç kir û di encamê de şer derket. Çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku di encama şer û pevçûnan de ciwanek şehîd bûye û yek jî birîndar bûye.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku şehîdekî ku birîndar bû ji aliyê tîmên wan ve ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.

Rêveberê Nexweşxaneya Dewletê ya Cenîn Wissam Bekr ragihand ku şehîd û birîndarek gihiştine nexweşxaneyê û rewşa wî giran e.

Bekr diyar kir ku şehîd Ehmed Muhammed Semûdî yê ji bajarokê El Yamûn ê rojavayê Cenînê ye û birayê zarokê şehîd Mehmûd Samûdî ye ku Mehmûd Semûdî di 10ê Cotmeha 2022an de di encama êrîşa îşxalê de bi giranî birîndar bûbû û canê xwe ji dest dabû.

Çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku hêzên îşxalker malekî dorpêç kirine û bi du topên Energayê malê topbaran kirine û di dema firrîna 2 helîkopterên Apaçî de bi hoparloran daxwaz ji ciwanê kirine ku xwe reslîmê wan bike.

Her wiha diyar kir ku hêzên îşxalker nehiştin ambulans bigihêjin cihê birîndaran û gule li wan reşandin.

Ji aliyeke din ve di vîdyoyeke ku li ser medyaya  civakî hatiye belavkirin de, tê dîtin ku hêzên îşxalker ciwanê Semûdî di dema ku birîndar bûye de înfaz dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir