Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 25 mirî
Li wîlayeta Katsînaya Nîjeryayê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encamê de 4 jê polês 2 jê ewlekarên mehellî tev de 25 kes canê xwe ji dest dan.
Di êrîşa ku li wîlayeta Katsînaya Nîjeryayê hat lidarxistin de 25 kes mirin.
Berdevkê Polêsê Katsînayê Abubakar Sadiq Aliyu derheqê bûyerê de daxuyanî da û destnîşankir ku endamên çeteyan êrîşî gundên Dan Nakwabo û Gidan Bofaya ku girêdayê wîlayeta herêma Kankarayê ne kirin.
Hat destnîşankirin ku di encamê de 4 jê polês 2 jê ewlekarên mehellî tev de 25 kes canê xwe ji dest dan.
Derheqê êrîşê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)