Li Şerîeya Rojava û Qudsê greva giştî
Filistîniyên li Şerîeya Rojava û Qudsê ya îşxalkirî ji ber şehadeta 4 ciwanên Filistînî li bajarê Ramallahê çalakiya greva giştî li dar dixin.
Filistîniyên li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê ya ku di bin îşxalê da ne wek berteka şehadeta 4 ciwanên Filistînî li bajara Ramallahê ji aliyê siyonîstên îşxalker ve dikanên xwe girtin.
Dikanan, di nav wan de yên li Bajarê Kevin ê dîrokî yê Qudsê, derbeyên xwe venekirin.
Hat diyarkirin ku li Şerîeya Rojava kuçe û kolan vala bûne û dikan û hemû dezgehên bazirganiyê hatine girtin.
Di êrîşa îşxalkeran a doh bi şev a li ser gundekî bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojava de 4 Filistînî şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn.
Ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir va heta niha 537 Filistînî di êrîşên leşkerên îşxalker û siyonîstên ku axa Filistîniyan li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a îxşalkirî desteser kirine şehîd bûne. (ÎLKHA)