• DOLAR 34.204
  • EURO 38.119
  • ALTIN 2905.934
  • ...
Otomobîl û qemyonet li hev qelibîn: 2 jê tixtor 4 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li 15emîn kîlometreya rêbeja Sînop-Boyabatê de qewimî.

Otomobîla ku navê şifêrê wê nayê zanîn, ji sebebek hê ne dîyar bi erebeya tîcarî ya ku tê de personelên tenduristîyê hebûn li hev qelibîn.

Li ser agahdayînê ekîbên îtfaiye, polîs, cendirme û AFADê hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Di qezayê de 2 jê tixtor 4 kes jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Walî Mustfa Ozaslan, Tarokhan Çetînerê Midûrê Ewlehiyê û Ferhat Kuranê Albayê Biqidema Fermandarê Cendirmeyê di cihê bûyerê de lêpirsînan kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir