Di 14 bajaran de operasyona “Sîbegoz”ê: 107 binçavî
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku di operasyona li dijî kesên ku li 14 parêzgehan 45 şirketên paravan cuda ava kirine 107 şikdar hatin girtin.
![Di 14 bajaran de operasyona “Sîbegoz”ê: 107 binçavî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/sKfpZksL2TQ1tSYGyJqqfqswsVY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/24/di-14-bajaran-de-operasyona-sibegoze-107-bincavi-e527e406.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê operasyonê da daxuyanî belav kir û got ku li dijî kesên ku li Stenbol û Kocaeliyê li 14 parêzgehên cuda 45 şirketên paravan ava kirine û di nav wan hesaban de 3 milyar TL pere hebû operasyonên "Sîbergoz-44" hatin kirin.
Wezîr Yerlikaya, diyar kir ku di operasyonên ku di bin koordînasyona Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Daîreya Micadeleya li dijî Sûcên Sîber; Li gel Lijneya Lêkolîna Sûcên Malî (MASAK), Midûriyetên Şaxa Dijî Sûcên Sîberî yên Midûriyeta Polîsan a Parêzgehan; li 14 parêzgehên Enqere, Aydin, Entep, Duzce, Îzmîr, Hetay, Diyarbekir, Qeyserî, Trabzon, Agirî, Balikesîr û Eskîşehîrê ku navenda wan Stenbol û Qocaelî ne, 107 şikdar hatin girtin. (ÎLKHA)