• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
HAMAS: Pêşnûmaya li KENYyê bi daxwazên gelê Filistîn û berxwedanê re li hev dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşniyara Emerîkayê ya ji bo agirbesta daîmî ya ji bo Xezzeyê qebûl kir.

Di daxuyaniya HAMASê de hat destnîşankirin ku "Agirbesta mayînde, vekişîna bi temamî ya dagirkeran ji Xezzeyê, pevguhertina girtiyan, jinûve avakirina Şerîda Xezzeyê û vegera koçberan bo cih û warên xwe yên ku di biryara KENYyê da cih digirin, bi kêfweşî lê dinêrin."

HAMASê diyar kir ku ew amade ye bi navbeynkaran re ji bo danûstandinên nerasterast li ser bicihanîna van prensîbên ku bi daxwazên gelê Filistînê û berxwedanê re li hev dikin re hevkariyê bike, HAMAS diyar kir ku ew ê bigihîjin hemû mafên xwe, têkbirina rejîma sîyonîst, vegera Filistîniyan bo welatê xwe û mafê çarenûsa xwe û avakirina dewleteke tam serbixwe ya Filistînê bi paytexta wê Quds be, tekez kir ku ji bo bidestxistina vê yekê dê micadeleya xwe bidomîne.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya qerarnameya 3 qonax a ku ji aliyê Serokê Emerîkayê Joe Biden ve hatibû ragihandin, qebûl kir û tê de di qonaxa yekem de agirbesta lezgîn li Xezzeyê tê pêşbînîkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir