• DOLAR 32.867
  • EURO 35.161
  • ALTIN 2430.399
  • ...
Parlementerê HUDA PARê Dînç ji xwepêşandana ku li Diyarbekirê li dijî nirxên civakî hat kirin re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Polîtîkayên Ciwanan û Parlementerê HUDA PARê Dînç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku pêşangehparêziya ku nirxên civakê dike hedef, di bin navê çalakiya reqsê de li qada giştî ya Diyarbekirê, raya giştî bêzar kiriye û bertek nîşan daye.

“Destên veşartî dixwazin civaka me xera bikin”

Dînç got, "Divê rayedar li dijî van projeyên asîmîlasyonê yên li qadên giştî yên li Diyarbekirê, Bajarê Pêxember û Sehabiyan, ku li gorî adet û urfên gelê Kurd nabin, me ji nirxên me dûr dixin û nifşê me xira dike tedbîrên pêwîst ên hiqûqî bigirin."

Parlementerê HUDA PARê Dînç gotinên xwe wisa domand:

“Li hemberî kesên ku li cihên nêzî mizgeftan û li qadên ku zarokên me lê dilîzin xebatên îfsadê yên xort û keçên me hedef digire dikin û kesên li pişt vê yekê disekinin, divê zûka gavên hiqûqî bên avêtin.

Destên veşartî dixwazin civaka me xera bikin. Lê divê were zanîn ku gelê me wê ti carî dest ji nirxên xwe yên şaristanî bernedin.”

Dinç di dawiya daxuyaniya xwe de jî hashtag #JiRêşaşbûnêreNA (#SapkınlığaHAYIR) re ku ji aliyê bikarhênerên hestiyar ên medyaya civakî ve hatibû destpêkirin, bikar anî. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir