• DOLAR 32.752
  • EURO 35.133
  • ALTIN 2442.71
  • ...
Pêşnûmeya agirbesta li Xezzeyê li Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî careke din ji bo Xezzeyê civiya.

Pêşnûmeya ku ji bo teklîfa ji 3 qonaxan pêk tê ya ku ji aliyê Serokê Emerîkayê Joe Biden ve hatibû ragihandin, ku di qonaxa yekemîn de agirbesta lezgîn li Xezzeyê tê pêşbînîkirin, hat qebûlkirin.

Di dengdayina ku di 15 endaman a Konseya Ewlekariyê de hat kirin de, pêşnûmaya qerarê ya ku ji aliyê Emerîkayê ve hat pêşkêşkirin de 14 dengên "erê" û Rûsyayê jî dengê "bêalî" da.

Di qerara ku hat wergirtin de bal hat kişandin ser xebatên dîplomatîk ên Misir, Emerîka û Qeterê.

Di biryarê de hat diyarkirin ku Rejîma Siyonîst ev teklîf qebûl kiriye, ji HAMASê jî hat xwestin ku vê teklîfê qebûl bike û bi cih bîne.

Di qerarê de li gorî pêşnûmeya 3 qonaxan; Di qonaxa yekem de agirbesta lezgîn, serbestberdana girtiyên jin, pîr û birîndar, pevguhertina girtiyên filistînî, vekişîna artêşa îşxalker ji herêmên niştecihbûyî yên li Xezzeyê, zêdekirina alîkariyên mirovî, ji nû ve avakirina xizmetên bingehîn, li seranserê Xezeyê Sivîlên Filistînî vegerin malên xwe, di nav de li bakurê Xezzeyê, hat diyarkirin ku wê alîkariya xaniyan ji civaka navneteweyî re bê dayîn.

Piştî lihevkirina aliyan, di qonaxa duyemîn de, li vê qerarê daxwaza azadkirina hemû êsîrên mayî ji bo bidawîkirina krîzê bi yekcarî hat kirin û ji rejîma sîyonîst hat xwestin ku ji tevahiya Xezzeyê vekişe.

Di qerarê de hat diyarkirin ku di qonaxa sêyemîn de jî plana ji nû ve avakirina Xezzeyê ku wê çend salan bidome, were destpêkirin û cenazeyên kesên esîr jî bên teslîmkirin.

Hat diyarkirin ku ger muzakereyên qonaxa yekem zêdetirî 6 hefteyan bidome, heta muzakere biqede wê agirbest bidome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir