• DOLAR 32.805
  • EURO 35.284
  • ALTIN 2445.758
  • ...
Mêşvana ku di encama êrîşa mêşan de ketibû şoka alerjîk mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li bejahiya Navçeya Saripinar a Înegolê pêk hat.

Mêşvan Lokman Kaynarê 48 salî dema dest bi xwedîkirina mêşên xwe kir, hin mêşên hingivîn dest bi êrîşê kirin.

Malbata Kaynar dema dît ku ji ber mêşan ketiye alerjîk çûn alikarîya wîn. Malbata Kaynar, telefonî 112 acîlê kirin.

Ekîbên tenduristiyê li ser zilamê ku bêhna wî çikîya bû dest bi masajkirina dil kirin. Lokman Kaynar hatrakirin ambulansê û hat birîn Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê.

Li gel hemû mudaxeleyan jî Kaynar wefat kir, cenazeyê wî hat rakirin morga nexweşxaneyê.

Piştî ku dozgeriyê cenaze teşhîs kir, ji bo zelalkirina sedema mirinê ya rast hat şandin Saziya Tipa Edlî.

Ekîbên fermandariya cendirmeyan der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir