• DOLAR 32.705
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2443.555
  • ...
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 124 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

xEv bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 40 kes hatin şehîdkirin, 218 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 124an, hejmarê birîndaran jî derket 84 hezar û 714 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir