• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li 16 bajaran li dijî sextekaran operasyon: 15 qefaltin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ewlekariya Giştî ya Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê der barê kesên ku li ser malper û platformên medyaya civakî hesabên sexte vekirine reklamên firotina hilberan çêdikin û welatiyan dixapînin lêpirsîn da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de 42 gumanbar hatin tespîtkirin. Ji bo gumanbaran; Di operasyonên ku li Balikesir, Edene, Antalya, Amasya, Êlih, Çewlig, Diyarbekir, Stenbol, Entab, Dîlok, Mêrsîn, Muxla, Osmanîye, Riha, Trabzon û Wanê hatin kirin de 37 şikbar hatin girtin.

Di operasyonan de 45 telefon, 38 sîm qert, 8 qertên hafizeyê, 24 qertê benqeyan, 6 bîlgîsayar » 15 hezar û 940 lîre hat bidestxistin.

Ji şikbarên ku piştî karên wan sewqî edliyeyê hatin kirin 15 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin, 22 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Ji bo girtina 5 gumanbarên din jî xebat berdewam dikin. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir