• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Ji NYyê hişyariya Sûdanê: Krîza koçberîya navîn a herî mezin a dinyayê pêk tê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî got kû, “Sûdan welatek bû ku bi comerdî zêdetirî mîlyonek koçber lê mêhvandar bûn. A niha krîza koçberîya navîn a herî mezin a dinyayê dibîne.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şerê ku li Sûdanê berdewam e, "Bêjehiyeke mezin a însanî ya bêdawî, mezin kir."

Li Sûdanê ji 1 salî bêhtir şera navbeyna artêş û Hêzên Destekê ên Lez de dewam dike.

Di şerê ku di Nîsana 2023an de dest pê kir û li piraniya eyaletên Sûdanê dewam dike, artêş li eyaletên bakur û rojhilat serdestiya xwe diparêze, li eyaletên rojava û başûr jî HDL bi bandor e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir