Li Awistiryayê barana dijwar bû sedema lehîyê
Li wîlayeta Styriaya li başûrê Awistiryayê baraneke dijwar barîya û ew baran bû sedema lehîyê.
![Li Awistiryayê barana dijwar bû sedema lehîyê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/C6tLF7AJLLeXFyIgooZjvj4zodY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/24/li-awistiryaye-barana-dijwar-bu-sedema-lehiye-7716cdc4.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wesayît bi lehîyê ve çûn û gelek avahî ji lehîyê zerarê dîtin.
Ekîbên îtfaîyeyê, li Graza paytext û derdorê wî 800 operasyonên xelaskirinê li dar xistin, di encamê de herî kêm 50 kes ji rewşa xerab hatin xelaskirin.
Rêya mezin a li nêzê Grazê, ji ber herî û kavilên ku ji lehîyê çêbûbûn hat girtin.
Di encamê de gelek dar jî qelibîn û ji ber wan daran trafîk ji çûndin û hatina wesayîtan re hatin girtin. (ÎLKHA)