• DOLAR 32.698
  • EURO 35.124
  • ALTIN 2448.899
  • ...
Li Meletîyê du qeza pêk hat: 1 mirî, 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qezaya ewil li alîyê Cotgeha ku ser rêya Meletî-Xarpêtê ye pêk hat.

Li gorî agahîyan wesayîta bi plaqeya 34 ANP 013 ya ku di bin îdareya H.P. (40) de bû û li alîyê Xarpêtê diçû, şofêrê wesayîtê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û derbasî rêya dinê bû û di vê demê de li wesayîta bi plaqeya 44 AAC 783 ya ku di bin îdareya F.D. de bû qelibî.

Di encama qezayê de herdu şofêr H. P., F.D. û R.A, E.A., N.D. rêwîyên ku di wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Qezaya duyemîn jî di seat 19.00an de li alîyê Agilliya navçeya Darendeyê pêk hat.

Li gorî agahîyan wesayîta bi plaqeya 66 EG 368 ya ku di bin îdareya A.B. de bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kur ji rê derket û teqle avêt.

Di encama vê qezayê de jî A.B. û rêyî K.B. û B.N.B. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar  pişî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên cuda re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku ji birîndaran H.P. ku di wesayîta bi plaqeya 34 ANP 013 de bû li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir