Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 7 leşker mirin
Li herêma Lakkî Marvata wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê bombeya ku ji kêleka rê re hatibûn bicîhkirin teqîya, di encama teqîna bombeyê de 7 leşker canê xwe ji dest dan.
Artêşa Pakistanê, daxuyand bi bombeyên ku bi destan têne çêkirin leşkerên wan hatine hedefgirtin, di encamê de 7 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.
Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket.
Li wîlayetên Belucistan û Xeyber Paxtunwaya Pakistanê tim û tim êrîşên wek bi vê şeklê pêk têne. (ÎLKHA)