Ji bo hilbijartina Serokkomarîya Îranê namzet dîyar bûn
Îslamîyê Berdevkê Navenda Giştî ya Hilbijartina Îranê, navê kesên ku heq bi dest xistine têkevin hilbijartina Serokkomariya 14emîn dîyarkir.
Mûhsîn Îslamîyê Berdevkê Navenda Giştî ya Hilbijartina Îranê, îro navê namzetên ku wê têkevin hilbijartina Serokkomariya 14emîn dîyarkir.
6 namzetên ku wê karibin têkevin hilbijartina Serokkomariyê ev in; Mustafa Purmuhammedî, Mesût Pezeşkîyan, Elî Riza Zakayî, Seîd Celîlî, Muhemmed Bakir Kalîbaf, Seyîd Emîr Huseyn û Kazîzade Haşemî. (ÎLKHA)