Wezîr Fîdan û Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Henîyye hatin cem hev
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye li Dohayê hatin cem hev.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên Wezareta Karên Derve hatine bidestxistin hat ragihandin ku Fîdan û Henîyye li Qeterê hatin cem hev.
Derheqê hevdîtinê de HAMAS jî daxuyaniyek belav kir û got ku, di hevdîtinê de rewşa dawîn a şera li Xezzeyê hatiye nirxandin. (ÎLKHA)