• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Dar: Divê em cepheyeke yekgirtî ji bo Filistînê li dar bixin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê Muhammed Îshak Dar di "Civîna Awarte ya Konseya Wezîrên Karên Derva ya D-8"ê ya ku li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeya Serokomariyê ya Stenbolê hat lidarxistin da axivî.

Dar got ku êrîşên bênavber û hovane hewldaneke eşkere ye ji bo tunekirina gelê Filistînê ye.

Dar wiha axivî: "Zêdeyî 40 hezar Filistînî ji aliyê hêzên îşxalker ve hatin qetilkirin, zêdeyî 81 hezar kes jî birîndar bûn; gelek ji wan birînên metirsiya jiyanê ne an jî heta dawîyê seqet man. Em bikaranîna birçîbûnê wekî çeka şer şermezar dikin û banga agirbesta lezgîn û alîkariya însanî ya bê asteng ji bo Xezzeyê dikin."

“Civaka navnetewî, gerek ji bo sekinandina ceza kirina bi giştî ya li ser Filistînîyan tevbigere”

Dar axaftina xwe wisa domand:

“Êrîşên dawî yên niştecihên îsraîlî û bi dest xistina dêrîyê sînorên Refah û Misrê, tê wateya astengkirina malzemeyên însanî ku bi nîyeta birçî hiştina gelê sivîl. Civaka navnetewî, gerek ji bo sekinandina ceza kirina bi giştî ya li ser Filistînîyan tevbigere.”

“Hewceye wetenek ku paytexta wê Qudsê bê avakirin”

Dar, bi gotina vê yekê ku Pakîstan bi berdewamî piştgirîya aştiyeke adil, berfireh û mayînde li ser bingeha qanûnên navneteweyî û biryarên pêwendîdar ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li nav axa Filistînê ya îşxalkirî dike. Wî daxwaza vekişîna tam a rejîma sîyonîst ji hemû axa Erebên îşxalkirî, vegerandina mafên gelê Filistînê ji wan mafê vegera bo Filistînê û avakirina welatekî serbixwe ji bo Filistîniyan bi sînorên berî sala 1967an kir ku Quds paytexta wê ye.

“Divê em cepheyeke yekgirtî ji bo Filistînê li dar bixin”

Dar di berdewama axaftina xwe de got ku, “Divê em ji bo birayên xwe yên li Filistînê rabin ser pîya û cepheyek yekgirtî ji bo sekinandina hovîtiya nemirovane û barbar a îsraîl li dar bixin. Ev civîna ku ji teref 8 Wezîrê Karên Derve yên Welatên Misilman di wextê xwe de hat kirin de, divê peyame ke xurt bê şandin gelê Filistînê. Her wiha ji bo sekinandina êrîşa îsraîlê û vekirina hemû kanalên alîkariyên mirovî ji bo gelê dorpêçkirî yê Xezzeyê divê çalakiya û banga tevgereke hevgirtî û lezgîn a navneteweyî bê kirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir