• DOLAR 32.591
  • EURO 35.065
  • ALTIN 2434.76
  • ...
Ji ber birûsk lê danê 2 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Kelkîta navçey Gumuşxane û Aydintepeya navçeya Bayburtê di encama birûsk lê danê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Şêrwan a Sêrtê jî kesek dema heywanan diçêrand birûskê lê da û birîndar bû.

Gumuşxane

Li gundê Aydogdu yê navçeya Kelkîtê Tûlay Gença 49 salê ku li qada vekirî bû birûskê lê ket. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme hatin sewqkirin li herêmê.

Di lêkolîna ekîbên tenduristiyê de diyar kirin ku Genç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeya Genç hat rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kelkîtê.

Bayburt

Burak Bayraktarê 24 salî yê ku li gundê Gunbûldû yê navçeya Aydintepeyê heywan diçêrand, birûskê lê ket. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme hatin sewqkirin li herêmê. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku Bayraktar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ye.

Cenazeyê Bayraktar hat rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bayburtê.

Sêrt

Di bûyera ku li navçeya Şêrwana Sêrtê qewimî de Betûl Sunaya 19 salê dema ku li deştê pez diçêrand ji ber birûskê li wê ket birîndar bû.

Bûyer duh danê nîvro li nêzî gundê Binbatê navçeyê pêk hat.

Betûl Suna ji ber ku birûskê li der û dorê lê ket birîndar bû û piştî kesên ku rewş dîtin ekîbên tenduristiyê agahdar kirin, ambûlans hat sewqkirin li cihê bûyerê.

Suna ku li cihê bûyerê alîkariya ewil hat kirin paşê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û hat tedawîkirin.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya Betûl Suna baş e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir