• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Stenbolê li dijî DAÎŞ operasyon: 11 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîbên Ewlehiyê ya Stenbolê, li dijî xwedî û saziyên pereyên DAÎŞê li Bahçelîevler 7, Bakirkoy 4î Başakşehîr 3, Çatalça 2, Fatîh 5, Zeytînburnu 5 û Şîşlîyê de 1 tevahî di 27 mal û dikanan de operasyonan li dar xist. Di encama operasyonan de 11 şikdar hatin binçavkirin.

Di lêgerînên cihên operasyonan de gelek materyalên dîjîtal û dokuman, 4 demence, gelek gule û şarjor, 13 cuzdanên sar ên pereyên krîpto, 100 gram zêr, 130 kîlo zîv, 89 hezar 830 TL, 17 hezar û 907 dolar, 13 hezar Euro, 7 hezar û 805 Rîyala Siûdî, 770 dîrhema EEY û 2 mîlyon û 380 hezar somûyê Ozbekîstanê hat bidestxistin.

Di heman demê de, şîrketên navborî yên li navenda wê hatin lêkolîn kirin. Di encama lêkolînên ku ji teref mufetîşên bacê ve hatin kirin de li 3 fîrmayan li gor qanûna pêvajoya bacê 760 hezar TL ceza hat birîn. 11 şikdarên ku ji bo îfadeyê birin Şaxa TEM'ê ya Stenbolê, gelek pere û metalên giranbuha ku ji endamên rêxistinê hatibûn girtin re yên wek zêr û zîv jî hatin qefaltin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir