Şewata ku ji ceryanê derket erdên çandinî şewitand
Li gundê Qunzêrîpa Dîyarbekirê di nav erd de şewat derket, nêzê 7 donim erdên ku genim çandinî bû şewitî.
Şewat, li gundê Qunzêrîpa ku di navbera Mêrdîn û Dîyarbekirê de ye pêk hat.
Hat îfadekirin ku şewat ji ber ceryanê derketîye û di demeke kurt de mezin û belav bûye.
Şewata ku derket ji terf gundî û karkerên înşeatê ku li gund dixebitîyan ve hat vemirandin.
Ekîbên îtfaîyeyê jî dema ku giştîn nav erd ew jî midexeleyê şewatê kirin.
Di encama şewatê de 7 donim erdên ku genim çandinîye şewitîye. (ÎLKHA)