Di êrîşa rejîma îşxalker ku li Xezzeyê li ser malekê kir de 8 Filistînî şehîd bûn
Di êrîşa asîmanî ya rejîma îşxalker de ku Xan Yûnûsa Xezzeyê li ser malekê kir de tevî zarok û pîrek 8 Filistînî şehîd bûn.
Balafirên şer ên îşxalker mala “malbata Tebş” a Filistînî ya li bajarokê Absan El-Kebîre ya dikeve rojhilatê bajarê Xan Yûnûsê bombebaran kirin.
Piştî êrîşê jin û zarok jî di nav de cenazeyên 8 kesan hat anîn Nexweşxaneya Ewropayê.
Ji bo derxistina 12 kesên ku di bin enqazê de ne, xebat didomin. (ÎLKHA)