Li Stenbolê mînîbûs teqle avêt: 1 mirî, 10 birîndar
Li Stenbolê di rêya TEMê de mînîbûsek ji kontrola şofêr derket û teqle avêt, di encamê de kesek canê xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.
![Li Stenbolê mînîbûs teqle avêt: 1 mirî, 10 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ng86xb9rykWrzOY1347Q0EQXON8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/23/li-stenbole-minibus-teqle-avet-1-miri-10-birindar-e24389b7.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza, li alîyê gundê Bahçekoya ser rêya Boluyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku plaqeya wî û navê şofêrê wî nehat hînbûn, ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqle avêt.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqjkirin. Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)