Li Îdlîbê mînîbûsa ku xwendekar di nav de bûn qeza kir: 6 mirî
Li bajara Îdlîba Sûrîyeyê mînîbûseke dibistanê ku xwendekaran dibir gerê ket nav Çemê Asî, di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, li nêzê gundê Darkuşa Îdlibê pêk hat.
Mînîbûsa ku di nav de xwendekar hebûn ket nav çem.
Di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat dîyarkirin ku mînîbûs ji 200 metre bilindahîyê ket xwarê. (ÎLKHA)