• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Tûgayên Qessam di kemîna tunelê de 5 leşkerên îşxalker hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pevçûnên Tûgayên Qessam bi hêzên îşxalker re li gelek deverên Xezzeyê berdewam dikin.

Qessam li ser qenala Telegramê daxuyaniyek da û derbarê kemîna tunelê ya ku li herêma Tel Zareb a rojavayê Refahê organîze kiribû de agahî da.

Qessam diyar kir ku piştî ku hêzên siyonîst ku ji 5 leşkerên îşxalker pêk tê ketin tunelê, tunel teqandin û di encama teqînê de ev leşker mirin.

Qessam her wiha da zanîn ku di operasyona bejahiyê ya ku wan pêk anîne de, mucahidîn karîbûn têlên demkî derbas bikin û êrîşî baregehên dijmin ên li bajarê Refah li başûrê Xezzeyê kirin.

Tûgayan ragihand ku wan 3 tankên Merkava yên Siyonîst bi roketên Yasîn 105 li rojhilatê bajarê Deyr el-Belah li navenda Xezzeyê xistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir