Di şewata ku derket de 3 otobûs zerarê dîtin
Li navçeya Gebzeya Qocaelîyê şewatek derket di encama şewatê de 3 otobûs bûn wek xwelîyê.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di nav otoparqa ku li ser Ceddeya Îbrahîm Agaya Taxa Înonûye de ji ber sedemeke ku hêj nediyare di otobûsekê de şewat derket.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin ku ekîban şewatê tefandin lê 3 otobûs bûn wek xwelîyê.
Derheqê sedema şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)