• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Hîzbûllah, li rampayên roket avêtinê ya sîyonîstan xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan rempeyên sîstema avêtina parastina fuzeyên a Qubbeya Hesinî ya artêşa siyonîst li devera Ramot Neftalî di çarçoveya piştgiriya ji berxwedana Filistînê li Xezzeyê bi mûşekek rênîşander hedef girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedef bi temamî hatiye îsabetgirtin û rempe hatiye îmhekirin.

Hizbullahê her wiha ragihand ku wan di nava rojê de li deriyê sînor ê Samakayê li Girê Kfar Şûba li hedefên siyonîstan xistin.

Medyaya Libnanê ragihand ku hêzên îşxalker berê êrişî derdora gundê En-Nakura li başûrê Libnanê kirin û herwiha devera bilind li Kfer Şûba "bi cebilxaneyên şewatê yên ji bo şewitandinê" gulebaran kirin.

Di 3ê Hezîranê de, kanala televizyona El Meyadîn ragihand ku bikaranîna cebilxaneyên fosfor û gelek êrîşên roketavêj li ser deverên daristanî bûne sedema agirpêketinê li her du aliyên sînor. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir