• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Niştecihên îşxalker a sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Mescîda Eqsayê zêde kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştecihên îşxalker ji bo pêşî li Filistîniyan bigirin û liv û tevgerên wan ên li bajêr sînordar bikin beriya destpêkirina 'Meşa Alê' ya Cihûyan, ji aliyê polîsên rejîma îşxalker ve li ser rêya Bab El-Sîlsîlah a li Qudsa Kevin rê li ber Filistîniyan digirin.

Li Bab El-Amûd a Qudsa îşxalkirî ji danê sibehê ve niştecihên îşxlaker di bin parastina rejîma îşxalker de bi cih bûne.

Niştecihên ku li Bajarê Kevin ê Qudsa îşxalker belav bûne xwe amade dikin ku dest bi meşekê bikin da ku piştî serdegirtinên sibê rê bidin wan ku bikevin Mescîda Eqsayê.

Niştecihên îşxalker li Deriyê El Xalîlê yê li Bajarê Kevin ê Qudsa îşxalkirî bi lidarxistina şahiyên nebaş, Filistîniyan provoke dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir